Account

Posts of Diyar Dersîm | دیار درسیم

newest first

#8739Link preview

‍ ‍ Hozan Canê Dîroka huner û berxwedanê li kurdistanê navên pir mezin xistiye dilê xwe mirovên ku pênûs deng û amûr ne ji bo nav lê wekî kelehek ji bo parastina nasname ziman û axa xwe hilbijartine Yek ji van kesayetên herî berbiçav Hozan Canê ye Jinek ku dengê wê dengê êş azar û berxwedana miletekî bindest bû Hozan Canê ne tenê stranbêjek bû ew mînaka zindî ya berxwedanê bû Jinek ku gelek caran ji hêla polîsên tirk ve ji ber stranên kurdî û qîrîna rastiyê hate girtin û carekê jî di bin zext û îşkenceya zindana rejîma tirk de krîza dil derbas kir Lê dengê wê dîsa jî nehat bêdengkirin Lê laşê wê yê êş kişandî û dilê wê yê nexweş nekarî tehemûl bike û ew çû derveyî welêt Salên dûrketina ji welatê xwe û dûrketina ji kolan û mirovên welatê xwe bedelek giran bû ku wê bi dil û canê xwe da Li sirgûnê bi singê ku ji êşa dûrbûnê dişewitî dîsa jî wê ji bo neteweyê stran gotin wê ji bo axa welat stran gotin û wê ji bo kêliyekê jî dev ji mîsyona xwe ya hunerî û welatparêzî berneda Lê beşa herî bi êş a çîroka Hozan Canê ne zordarî û zextên sîstematîk ên biyaniyan bû Di rojên sirgûn û tenêtiyê de di rojên ku dilê wê yê westiyayî di bin barê nexweşiyê de ye li şûna melhemê ji hêla heman mirovan ve ku wê tevahiya jiyana xwe ji bo rûmet û navê wan feda kiribû jehra bêrêzî darizandinên neheq lê hat dayîn Çiqas tal e ku hunera paqij a mirovekî dibe qurbana bêrehmiya kesên ku ew bi xwe dilopek di heman deryaya êşê de ne Îro dema ku ev hunermenda dilsoz û êşdar careke din nexweş dikeve û krîza dil dikişîne pirsek di qirikê min de radibe : Gelo çima em ewqas qedir nezanin? Navê Hozan Canê û kesayetiya mezin û dengê wê dê di dilê dîrokê û di dilê her mirovekî azad de herheyî bimîne... ✍️ #Avres_Cilo

Open in Telegram
Views1,550+57%vs avg
Forwards—
Reactions22
Comments—
#8736Video
Views1,480+50%vs avg
Forwards—
Reactions26
Comments—
#8734Link preview

Diyar Dersim - Ez Koçer im 0:00 ◁ㅤㅤ❚❚ㅤㅤ▷ㅤ↻ Ez koçer im, min nahêlin zozanan li min yar من کوچ‌نشینم، اما مرا به ییلاق راه نمی‌دهند، ای یار Bê zozan malêm wêran e, xizan in li min yar بی‌ییلاق، خانه‌ام ویران و روزگارم تهی‌دست است، ای یار Herkes bûye gur, ketine nav pezê min, li min yar همه گرگ شده‌اند و به میان گوسفندانم افتاده‌اند، ای یار Ez nikarim bijîm li van deştane, Bêrîvanê من نمی‌توانم در این دشت‌ها زندگی کنم، ای بریوان Li ku yî, ez heyranê? fetisîm li vî bajarî کجایی، که فدایت شوم؟ در این شهر خفه شدم. Bi zozanan em azad bûn, wek teyran, li min yar با ییلاق‌ها آزاد بودیم، همچون پرندگانِ رها، ای یار Hêlîna me, konên me bûn li çiyan, li min yar لانهٔ ما چادرهایمان بود، در میان کوه‌ها، ای یار Çiqas birûmet bû jiyana koçeran, li min yar چه باعزت و باشکوه بود زندگیِ کوچ‌نشینان، ای یار Bila gur têkeve mala neyaran, Bêrîvanê باشد که گرگ‌ها به خانهٔ دشمنان بیفتند، ای بریوان Li ku yî, ez heyranê? fetisîm li vî bajarî کجایی، که فدایت شوم؟ در این شهر خفه شدم. —— ✍️ Werger : @Yusifhevi ▷ @Muzika_kurdi ▷ @DiyarDersim ⚘

Open in Telegram
Views1,830+85%vs avg
Forwards—
Reactions24
Comments—
#8729Audio

Diyar Dersim - Bêrîtan 0:00 ◁ㅤㅤ❚❚ㅤㅤ▷ㅤ↻ Tu keçika Dersim î Tu gul î tu sosin î Tu dijî tu namirî Lê Bêrîtanê تو دخترِ شهر درسیمی، تو گلی، تو گلِ سوسنی. تو زنده‌ای، تو نمی‌میری، ای بریتان. Tu tov bûyî şîn hatî Di nav axa bi xwîn de Tu hêrs bûyî derhatî Ji nav dilê mehkûm de تو دانه شدی و سبز برآمدی،(روییدی) در میان خاکی آغشته به خون. تو خشم شدی و سر برآوردی، از میان دلِ دربند و اسیر. Tu niha bayek pir gerim Digerî li çiyayê me Jiyan didî dilê me Lê Bêrîtanê اکنون تو نسیمی بسیار گرم و زنده‌ای، که بر فراز کوه‌های ما می‌وزی. به دل‌های ما زندگی می‌بخشی، ای بریتان. Tu stêrekî pir bi şewq Li ezmanê welatê me Ronî didî riya me Ronî dikî riya me Lê Bêrîtanê تو ستاره‌ای سرشار از شوق، در آسمانِ سرزمین ما. راه ما را روشن می‌کنی، راه ما را نورانی می‌سازی، ای بریتان. Tu roja li berbangê Gula çiyayê Mûnzûrê Xezala li Sîpanê Sebra dilê Kurda yî تو خورشیدِ سپیده‌دمی، گلِ کوهستانِ مونزور، (کوهی در کوردستان) غزالِی که در سیپانی ، (کوهی در کوردستان) و صبر و قرار دلِ کوردهایی ✍️ Werger : @Yusifhevi ▷ @DiyarDersim ⚘

Open in Telegram
Views1,830+85%vs avg
Forwards—
Reactions32
Comments—